Bejan Matur – Kurdî

av: Mikael Heinonen den: 15 mars, 2017

  • Bejan Matur – Kurdî
  • Hûn dikarin herdu pirtûkan ji van navnîşana peyda bikin:

    http://www.blackisland.se
    http://www.adlibris.com
    http://www.bokus.com

    Swêdî û kurdî bûn zimanên cêwî! Bejan Matur bi herdu zimanan!

    Bejan Matur li Başûrê Rojhelatê Tirkîyê li bajarekî sunnîyan li Maraşê, li gundekî elewîyan di nav malbateke kurdên elewî de hatiye dinê. Ew hê di ciwanîya xwe de di nav sunniyan de wek kurdeka elewî rastî cudatî û dîskrîmînasyonê hatiye. Vê rastîyê meriv di helbestên wê de jî dibîne. Li gel vê jî “divê meriv tenê di nav nasnameya xwe de nefetise û derkeve derveyî wê û bi rengên din yên civatê re were ba hev.”
    Di vê antolojîyê de me helbestên wê yên ku di “Çiyayê Dawîn” û “Derya Qederê” de derketine di pirtûkekê de kom kirine û pêşkêşî xwendevanan dikin. Beşeke mezin ji van helbestan behsa trajedîya ku hatîye serê kurdan dike, ji “Çiyayê Dawîn” hatine girtin. “Derya Qederê” jî qala penaberên ku dixwazin ji Derya Sipî derbasî alîyê din bibin, dike.
    Kurd, li gel Suryanî û Ermenîyan, li Rojhilata Navîn qewmekî qedîm e. Suryanî û Ermenîyan di dîrokê de gelek dewlet û qralîyet ava kirine, lê kurdan di nav van bi hezaran salan de (dewleta Medan û hin mîrnişîn, ne têde) dewleta xwe ava nekirine.
    Wek tê zanîn gelê kurd di navbera Tirkîyê, Iran, Iraq û Sûrîyê de hatiye dabeşkirin û hertim kêm yan jî zêde, zordestî li wan bûye. Li Tirkîyeyê li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê dijîn. Ji ber wê tê gotin ku welatê kurdan yê rastîn ew çiyayên bilind in ku xwe avêtine hembêz û bextê wê xwezaya xweş a van çiyayan.
    Gelek eşîretên cuda û têvel li gundên çiyayî yên kurdan dijîn, ev yek jî di helbestên Maturê de ciyekî muhîm digrin. Matur di helbestên xwe de behsa rêwîtîya dîrokî ya kurdan dike û şîna biserneketina wan digre. Êşa dayikên kurd ku mêr û lawên wan hatine kuştin tîne ziman. Matur jineka şînger û nûjen û bêhêz e, nikare mirin û kuştinê bide sekinandin, bi gotineka din Kassandrayek e.
    Di şiîrên Maturê de peyvên çiya û newal, dar û ber, av, hewa, ba, bahoz, êş û elem, kul û keder, rizîn û destpêk gelek caran hatine bikaranîn. Ji têgihîştin û îdraqa wan wêdetir, naverokeke berfireh a van peyvan heye. Kevir qala berkêlên goristanan dike, peyva destpêkê jî carna ji bo jiyaneke baştir û bi rûmetê hatiye bikaranîn. Û carna jî daxwazîya meşa kurdan ya ji bo welatekî serbixwe ifade dike.
    Jin jî di cîhana helbestên Maturê de wek dayik di navendê de roleke sereke digrin. Cihê ku meriv lê vedigere, destpêka ku divê di heş û aqil de bimîne her wext dayik e.
    Xweza jî çavkanîya îlhama helbestên Maturê ye. Ruhekî dide av û daran û ba bi her tiştî dizane. Xweza stargeh e, şair xweza û dayikê dike yek. Li gor wê dayik her tim war û jîngeheka bi rêk û pêk a jiyanê diafirînin û afirîdeyên pîroz in. Ava ku bi metaforên têvel û cihê peyda bûye jî, girêdana wê bi dayikê re heye.
    Dema ku behsa qedera bindestan dike, dibe ”afirîn” û bi Xwedê re deng dike. Bi taybetî jî di Derya Qederê de, nade ser şopa tiştên ku di kitêbên pîroz de hene, vegotina xwe ya peydabûnê derdixe pêş. Di çend helbestên xwe de Mîraca Hezretî Muhemmed bi kar tîne û wê bilindbûna berbi esman berevajî dike û dixwaze qala penaberên ku di Derya Sipî de difetisin bike. Bo nimûne dema ku dibêje:
    ”Di evê mîracê de / Kesek ê bawer neke / Bi hêza pîyan. / Bi zanîna lingan / Kesek ê bawer neke / Zarokekî piçûk / Li çolan ketiye / Û pêrgî Xwedê hatiye.”
    Li vir hewayeke mîtolojîk diafirîne. Lê dema ku qal dike tevneke welê dihûne ku carna zehmet e ku meriv girêdana di navbera îmajan de bibîne.
    Wek helbestvaneka kurd alîyeke din a Maturê ew e ku di helbestên xwe de pirsa kurdî polîtîze nake. Ew ne li dû tolhildan û ajîtasyonê ye. Lê li gel vê jî qedera kurdan bi perspektîveke din derdixe pêş. Şînbêjîya Maturê û helwesta wê ya humanîst ya di helbestên wê de, tesîreke kûr û însanî li merivan dike. Ev jî xusûsîyeteke Bejan Maturê ye.
    Weşanxaneya Black Island Books.